Di topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî gundê Eyn El Ebid ê Til Temirê de 3 zarok şehîd bûn û 2 jî bi giranî birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker îro di danê êvarî de gundê Eyn El Ebid ê navçeya Til Temirê bi guleyên obîsan topbaran kir.
Di encamê de ji heman malbatê 3 zarok şehîd û 2 jî birîndar bûn
Li gorî agahiyên ku hetin bidestxistin di encama van topbaranan 3 zarok şehîd û 2 jî birîndar bûn.
Her wiha navên zarokên ku şehîd bûne wiha ne:
Meryem Xidir Uwês a 10 salî, Îtîdal Uwês ya 8 salî û Ebdilezîz Iwês yê 8 salî ne.
Her wiha zarokên bi navê Diya Xidir Iwês 6 salî û Zehra Xidir Uwês ya 14 salî jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan herdû zarokên birîndar li Nexweşxaneya Şehîd Lêger in û rewşa wan girane.