Şeniyên Kobanê şehîdên Nîsanê bi bîr anîn

Şêniyên Kobanê 127 şehîdên Nîsanê li Goristana Şehîd Dicle ya li başûrê Kobanê bi bîr anîn.

Şêniyên Kobanê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Adil Hec Kerho axivî ..

Adil Hec Kerho diyar kir ku ne ji şehîdan bûya aramî û ewlehî dê tune bûya û got:

Desthilat nahêlin em bi aştî bijîn, kilîtên serkeftinê li çiyayên Kurdistanê ne.

Hêzên gerîla berxwedaneke bê hempa raber dikin ..

Ji bo em ji wan re bibin piştgir, divê em berxewdanê bikin.”

Di dawiyê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

Back to top button