Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Berlusconi koça dawî kir

Serokwezîrên berê yên Îtalyayê Silvio Berlusconi di 86 saliya xwe de koça dawî kir.
Berlusconi ku li nexweşiyê dihat dermankirin, di têkoşîna xwe ya pêşberî nexweşiya qanserê de binket.
Belê 30 sal ji jiyana siyasî ya tije mijarên balkê, sûçdarî û dadgehê.

Silvio Berlusconi serokwezîrê berê yê Îtalyayê ku demekê ji ber nexweşiya xwe li nexaşxaneyê dihat dermankirin, di 86 saliya xwe de wefat kir.

Berlusconi ku bi nexweşiya kansera xwînê ketibû roja Îniyê rakirin nexweşxaneyê.

Nûçeya mirina Berlusconi ku li Nexweşxaneya San Raffaele ya Mîlanoyê dihat dermankirin ji aliyê ajansa nûçeyan a Îtalyayê Ansayê ve hat ragihandin.

Berlusconi di 86 saliya xwe de koça dawî kir

Xizmên wî îro danê sibê ji bo wergirtina cenaze çûn nexweşxaneyê.

Silvio Berlusconi ku li Mîlanoyê ji dayik bû û mezin bû, serokê tevgera siyasî ya Forza Îtalyayê bû.

Di sala 1994’an de demeke kurt (9 meh) serokwezîrtiyê kir.

Li Îtalya Berlusconi sedema herî dirêj ya serokwezîtiyê kirî ye

Di sala 2001’an de dîsa dest bi wezîfeyê kir û hikûmeta duyemîn a Berlusconi ya ku wî damezrand bû hikûmeta herî demdirêj di dîroka komara Îtalyayê de.

Berlusconi, 4 caran bû serokwezîr.

Berlusconi û 30 sal ji jiyana tije sûcdarî û dadgeriyê

Hêjayî gotinê ye ku di navbera salên 1994-2011an de li Îtalyayê wê serokwezîrtiya herî demdirêj kiriye.

Herî dawî jî Serokatiya Froza Îtalyayê dikir.

Ev partî di nava koalîsyona hikumeta Îtalyayê ya bi serokwezîrtiya Georgiya Melonî dike de digre.

Berlusconi di dema jiyana xwe ya siyasî de jî gelek caran bi skandal, dozên sexte û gendeliyê jî dihat sûcdarkirin.

Ji hêla Forbes ve di meha Nîsanê de bi serweta wî ya 6,4 mîlyar Euro ku tê texmîn kirin, zilamê herî dewlemend ên Îtalyayê bû.

Back to top button