Iraqî daxwaza guhertinê dikin

Bi hezaran welatiyên Iraqê li Bexda û gelek bajarên din daketin qadan û daxwazên xwe yên guherin û başkirina rewşa Iraqê nû kirin.

Komîseriya Mafên Mirovan a Iraqê jî ragihand ku di nava 4 mehan de, li Iraqê 543 kes hatine kuştin

Xwepêşandêrên Îraqê di daxwazên xwe yên guhertina rewşa aborî ya welat û dawîanîna gendeliya heyî de, bi israr in.

Îro jî careke din di serî de li qada Tehrîr a Bexdayê gelek deverên Iraqê, şahidiya van daxwazan kir.

Xwepêşandêrên Bexdayê bi piştgiriya xwendekaran xwepêşandan li dar xistin.

Di xwepêşandanê de erkdarkirina Mihemed Elawî û tûndiya li dijî xwepêşandêrên aştiyane, ku ji aliyê alîgirên Sedir ve hat kirin, hat şermezarkirin.

Xwepêşandêrên li Bexdayê bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku zextê li hikûmeta Iraqê bike da ku tûndiyê li dijî wan pêk neyîne û hikûmeta nû di zûtirîn dem de ava bike.

Li bajarê Kerbela jî xwepêşandan hebûn.

Xwepêşandêran daxwaz ji Îranê kirin ku destwerdanê li rewşa Iraqê neke.

Li bajarê Hille jî xwepêşandêran li dijî erkdarkirina Elawî hêrsa xwe nîşan dan. Li vir di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşandêran de pevçûn derket û hêzên ewlekariyê li xwepêşandêran dan.

Hêzên ewlekariyê li Babil êrîşî konên xwepêşandêran kirin û 3 xwepêşandêr binçav kirin.

Her wiha li Necef, Qadisiye, Mîsan, Zîqar û Besre jî xwepêşandan hatin lidarxistin.

Rêberê Tevgera Sedir Mutdeta El-Sedir jî îro belgeyek weşand.

Sedir diyar kir ku ewê alîgirên xwe, ji qadan bikşîne û daxwaz kir ku xwepêşandanên aştiyane dewam bikin.

Komîseriya Mafên Mirovan a Iraqê: Di 4 mehan de li iraqê 543 kes hatine kuştin

Komeseriya Mafê Mirovan a Iraqê jî diyar kir ku ji 1’ê Cotmehê û heta niha li Iraqê 543 kes ji wan 276 li Bexdayê hatine kuştin.

Komseriyê ragihand ku di xwepêşandanan de jî 17 ji hêzên ewlehiyê hatine kuştin û jimara birîndaran gihîştiye 30 hezar kesî.

Komeseriyê diyar kir ku 2 hezar û 700 kes hatine binçavkirin.

Hêjayî gotinê ye ku ji bo avakirina hikûmeta nû Mihemed Elawî piştî derbasbûna hefteyekê li ser erkdarkirina wî, hîn nekariye hikûmetê ava bike.

Li gorî destûra Iraqê ji bo avakirina hikûmetê li pêşiya Elawî 23 roj mane.

Back to top button