Mehmûd Reşo: Divê komîteyeke navneteweyî bêalî li ser staysyona Elok bisekine

Qutkirina Dewleta Tirk û çeteyên wê ji ava Hesekê û gundewarên wê re aloziyeke mirovî bi xwe re aniye.

Rêveberiya Kantona Hesekê beriya çend rojan rewşa awarte ragihand û hişyariya bobeleateke mirovî da.

Rêveberiyê bang li civak û rêxistinên navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku rê li pêşiya kerasetekê mirovî bigire.

Rêveberiya Kantona Hesekê ji aliyê xwe ve jî hemû hewldanên xwe dike da ku çareserî ji vê aloziyê re bibîne.

Der barê vê yekê de berdevkê şaneya krîza ya avê li Hesekê Mehmûd Reşo ji televizyona me re axivî û diyar kir ku rewş li Hesekê aloz e, Rûsya navbênkariyê dike da ku vê pirsgirêkê çareser bike, lê heta niha li ser erdê tiştek nayê dîtin.

Her wiha destnîşan kir ku komîte li Hesekê hatin avakirin da ku avê bi riya sehrîcan li ser şêniyan bên belavkirin.

Back to top button