HWR dadgehkirina girtiyên Behdînanê bi dadgehkirinên seqet bi nav kir

Rêxistina Humain Rights Watch îro li ser hûrgiliyên dadgehkirina rojnamevan û çalakvanên Behdînanê yên ku di 16’ê sibata 2021’ê ji aliyê Dadgeha Hewlêrê ve cezaya 6 sal zindan li wan hate birîn, raporek weşand.

Rêxistinê diyar kir ku ji ber nêzîkbûna dema biryarên istînafê, wan îro lêkolînên xwe der barê hûrgiliyên dadghekirina girtiyên Behdînanê dane.

Rêxisrtina HRW destnîşan kir ku li Dadgeha Hewlêrê, pîvanên darizandineke dadwer hatin binpêkirin û tê de destwerdaneke siyasî di asteke bilind hatin kirin.

Rêxistinê bang li aliyên ku dê beşdarî rûniştina istînafê bibin kir ku van binpêkirinan li ber çavan bigirin.

Lêkolîner Belqîs Walî ku pispora alozî û nakokiyan di HRW de ye, diyar kir ku dadgehkirinên seqet li başûrê Kurdistanê ne tiştekî nû ye û da zanîn ku tawanbarkirinên bi vî rengî nav û dengê Herêma Başûrê Kurdistanê xerab dike

Back to top button