Li Rûsya bi dehezaran alîgirên Navalny daketin qadan

Li 75 bajarên Rûsya bi dehezaran kes li qadan bûn.
Ji bo serbestberdana lîderê mixalîfan Alexei Navalny li Rûsya, Ewropa û Amerîka xwepêşandan pêkhatin.
Tevî hemû zextên deshilata serokdewletê Rûsya Pûtîn, heta derengê şevê xwepêşandêr li qadan bûn.
Nêzî 2 hezar xwepêşandêr hatin binçavkirin.
Lê dîsan jî xwepêşandêran peyama xwe ya piştevaniya bo Navalny ragihandin.

ji vê lînkê 10 sanî dimenek xweş derbêxe.. dikarî musicek weke jin gil ji bêxî bin de.

Serokdewletê Rûsya Vladimir Pûtîn yê ku bi dekûdolapan rikberê xwe yê mixalîf xistî zindanê niha li dijî alîgirên wî dest bi çewisandinê kiriye.

Ji bo lîderê xwe bi hezaran kes li Rûsya doh daketin qadan.

Li paytext Moskova bi dehezaran kes ji bo Navalny meşiyan.

Pûtîn bi qasî xwepêşandêran polîs û hêzên ewlekariyê li nava bajar bicih.

Li bajarê Various jî tevî zextên polîsan û lêgerîna nasnameyan qad ji aligirên Navalny tejî bû.

Pevçûnên herî dijwar jî li bajarê Saint Petersburg pêk hat.

Polîsan rêneda ku xwepêşandêr xwe bilivînin.

Li 75 bajaran çalakî zêdeyî 1800 kes hatin binçavkirin

Li zêdeyî 75 bajarên Rûsya bi dehezaran daketin qadan.

Tevî bînçavkirina zêdeyî 1800 kesî, xwepêşandan heta derengiya şevê dewam kirin.

Li Ewropa û DYA alîgirên Navalny li qadan bûn

Li Ewropa û Amerîka jî piştevaniya ji bo Navalny hebû.

Li bajarê Berlîn û Munich, Nuremberg, Dusseldorf çalakî hatin lidarxistin.

Li paytexta DYA Waşîngton DC jî alêgirên Navalny bi pankartên “Azadî ji Navalny” re çalakiyek pêk anîn.

Back to top button