Nivîsgeha Ragihandinê hêvî kir ku çapemeniya Kurdî geş bibe

Nivîsgeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir. Hat hêvîkirin jî ku ku asta çapemeniya kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê geş bibe. Yekîtiya Ragihandina Jinê ya Azad RAJIN, HDP’ê û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê jî bi daxuyaniyan, Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Roja Rojnamegeriya Kurdî li tevahî rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rojnamevanên Kurd pîroz kir.

Nivîsgeha Ragihandinê bi peyameke pîrozbahiyê diyar kir ku divê keda Mîqdat Mîdhet Bedirxan a ji bo weşandina rojnameya Kurdistan di sala 1898’an de, ji bo hemû rojnamevanan bibe hêz.

Nivîsgehê di peyama pîrozbahiyê de hêvî kir ku asta çapemeniya kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê geş bibe û tevahî mafên xwe yên azadiya derbirînê û bidestxistina agahiyan bi dest bixe.

RAJIN: Çapemeniya Azad wê her tim wijdanê civaka Kurd be

Yekîtiya Ragihandina Jinê ya Azad RAJIN jî bi boneya salvegera 123’an a Rojnamevaniya Kurd daxuyaniyek da.

RAJIN roja Rojnamevaniya Kurd li Rêber Apo, gelê Kurdistanê û li jinên berxwedêr pîroz kir û wiha got:

“Bi ked û fedakariya bi dehan şehîdên çapemeniyê em gihîştin vê astê.

Çapemeniya azad wê îro jî bi pênûs û kameraya xwe bibe çav, guh, deng û wijdanê civaka Kurd.”

HDP: Tevî hemû astengiyan rojnamevanên Kurd bi serfirazî têkoşînê didomînin

Ji bo Roja Rojnamevaniya Kurdî HDP’ê jî peyamek belav kir û vê rojê li rojnamevanên Kurd pîroz kir.

HDP’ê diyar kir ku dijminahiyeke mezin li hemberî çapemeniya Kurdî û zimanê Kurdî hat meşandin, lê rojnamevanên Kurd, li her derê sînorên vê faşîzmê nas nekirin û îro jî bi serfirazî têkoşîna xwe didomînin.

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê: Em ê rêwîtiya ser şopa rastiyê bidomînin

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê jî salvegera 123’an a çapemeniya Kurd pîroz kir.

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê teqez kir ku wê rêwîtiya xwe ya li ser şopa rastiyê dewam bikin û bi biryar in ku sedsala 21’ê bikin sedsala serdema azadiya jinê.

Back to top button