Piştî 40 rojan zarokên li daristana Amazon hatîn xelaskirin

Li daristanên Amazon piştî 40 rojan zarokên ku hatin xelaskirin trajediya xwe vegotin.
Zarokan gotin; dayîkên me bi saxî ji balafirê ketin, lê piştî çend rojan nû jiyana xwe ji dest dan.

Piştî ku balafira wan li Kolombiyayê ket, diyar bû ku çar zarokên ku 40 rojan li daristanên Amazonê li benda alîkariyê man di vê demê de çi derbas bûn.

4 xwîşk û birayên ku di nav wan de pitikek 11 mehî jî heye roja Înê hatin rizgarkirin û hatin dermankirin.

Zarokan mirina dayîkên xwe dîtin

Zarokan gotin, di nava vê demê de me tenê fêkî dixwar.

Zarokên dest bi vegotina serpêhatiyên xwe kirin, diyar kirin ku dayika wan ji ketina balafira yek motorê sax xelas bûn, lê piştî çend rojan jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî nûçeya ajansa AP bavê zarokan Manuel Ranoque dibêje, zarokên wî jêre gotine ku dayîka wan ji balafira ketî sax xelas bû.

Piştî 4 rojan ji nû jiyana xwe ji dest da.

Ranoque got,

Dibe ku dayîka wan ji zarokan re gotiye beriya hûn bimirin ji vir vir biçin.

Henry Guerrero ku yek ji xelkê herêmê yê di koma lêgerînê de cihê xwe digirt, ji rojnamevanan re axivî û got:

Di nav zarokan de 2 çenteyên piçûk ên ku tê de cil, destmalek, çirayek, 2 telefonên destan û şûşeyek sodayê hebûn, hatin dîtin.

Apê yek ji zarokan Fidencio Valencia, ji saziya medyayê Noticias Caracol re ev titş anî ziman:

Yek ji zarokan got, wan di nav qurmên daran de xwe veşartiye da ku xwe li qada daristanê ya tijî mar û mêş biparêzin.

Derbarê başbûna zarokan de Valencia got,

“Ew wêneyan xêz dikin.

Carinan hewcedariya wan bi kêmkirina stresê heye.”

Berpirs û xizmên zarokan dibêjin, zarok bi fêkiyên daristana baranê dizanin ku roleke girîng di jiyana wan de dilîze.

Nêzîkî du hefte piştî ketina balafirê, di 16’ê Gulanê de, tîmeke lêgerîn û rizgarkirinê gihişte ber bermahiyên firokeyê.

Cenazeyên 3 kesên mezin di bin kavilan de hatin dîtin, lê tiştek bi zarokan nehat.

General Pedro Sanchez, berpirsê xebatên rizgarkirinê got,

Zarok 5 kîlometre dûrî cihê ketina balafirê bûn.

Back to top button