Ji NATO tetbîqata hewayî ya herî mezin

Di dîrokê de ji NATO tetbîqata herî mezin ya asmanî pêk tê.
NATO ji bo amadekariya rewşa awarte li asîmanên Almanyayê tetbîqatan dike.
Sê herêmên firînê bi awayekî demkî ji trafîka sivîlan re girtî ne.
Bi îhtimaleke mezin wê di seferên hewayî de wê derengî û astengî çêbibin.

Tetbîqata hewayî ya NATO’yê Air Defender 23, piştî amadekariyên çar salan îro despê kir.

Ji dema damezirandina NATO ve ev, tetbîqata herî mezin e hevpeymaniyê ye.

Ev tetbîqat wê heta 23’ê Hezîranê dewam bike.

Tetbîqata NATO a ‘Air Defender 2023’ despê kir

Di çarçoveya tetbîqata ku wê 25 welat beşdar bibin de, li 6 firokexaneyên leşkerî yên Almanyayê bi qasî 250 balafir wê bên bicihkirin.

Amerîka wê bi 100 balafiran beşdarî tetbîqatê bibe.

Herêmên tatbîqata asmanî lê pêk were, wê ji bo çend demjimêran ji seyrûsefera hewayî ya sivîl re werin girtin.

Ezmanên Ewropayê ku Almanya tê de ye, di cîhanê de qada hewayî ya herî zêde tê bikaranîn e.

Ji ber vê yekê pisporên hewavaniyê meraq dikin ka gelo seyrûsefera hewayî ya sivîl dikare bi gelemperî bi Air Defender 23 re bi gelemperî bêserûber dewam bike.

Di tetbîqata deh rojan de tê payîn ku firokexaneyên Almanyayê jî saetên xwe yên şevê dirêj bikin.

Rêveberên Berlînê jî dibêjin, ji betalkirina seferên balafirina yên geştê bêtir, dibe ku dema wan were paşxistin.

Leşkerên Amerîkî ku beşdarî tetbîqata Air Defender 23 bibin, daketin balafirgeha leşkerî ya Jagel ê.

Li nava Ewropa dema mijara dijminatiyê dikeve nîqaşê despêkê navê Rûsya derdikeve.

Ev yek piştî êrişa 24’ê Sibata 2022’an a Rûsya li ser Ukrayna hîn zêdetir derket.

Mufetîşê Hêza Hewayî ya Alman Ingo Gerhartz dema li Berlînê planên Air Defender 23 ji çapameniyê re eşkere kir, ji bo nebêje dijmin li rojhilate gelek têgînên bikar anî.

Balyoza Amerîkayê ya li Almanyayê Amy Gutman ev wezîfe girt ser milê xwe û wiha got:

“Îro ji her demê bêtir astengkirina bi çalakiyan girîngtir e. Dema Amerîkayê û hevalbendên wê yên NATOyê bi kaxeza rêgirtinê bilîzin, îhtîmal e ku rûbirûyê bandorek nexwazî ​​bibin: balafirên keşfê yên hêzên çekdar ên Rûsyayê jî wê ji nêz ve tetbîqata NATOyê bişopînin. “

Back to top button