Rapora SIPRI: Çekên nukleerî careke din tê zêdekirin

Yek ji metirsiya herî mezin a li ser cîhanê, çekên nukleerî ye.
Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) jî careke din balkişand li ser vê metirsiyê.
SIPRI ragihand ku çekên nukleerî tên zêdekirin û ji bo nujenkariya wan jî tevgerek zêde heye.

Di rapora sala 2023’an a Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Stockholmê (SIPRI) de, bal hat kişandin ser xeteriya belavbûna nukleerî ya li cîhanê.

SIPRI, DYA, Rûsya, Îngilîstan, Fransa, Çîn, Hindistan, Pakîstan, Koreya Bakur û Îsraîl weke hêzên nukleer ên cîhanê bi nav kirin.

Her wiha destnîşan kir ku hejmara çekên nukleer ên van welatan zêde bûye.

Tevî vê, nûjenkirin û pêşxistina dema bernameya wan, hatin lezkirin.

Di rapora SIPRIyê de hat diyarkirin ku ji Çileya 2023’an ve li cîhanê 12 hezar û 512 serikên nukleerî hene ku 9 hezar û 576 jê ji bo bikaranîna potansiyel di depoyê de ne.

Ev rêjre li gorî Çileya 2020’an 86 zêde bûye.

Ji sedî 90’î çekên nukleerî di destê Rûsya û Amerîkayê de ne

SIPRI îşaret bi wê yekê kir ku ji sedî 90’ê çekên nukleerî yên cîhanê di depoyên Amerîka û Rûsyayê de ne.

SIPRI diyar kir ku hejmara çekên nukleerî yên her du welatan li gorî 2022’an wek xwe mane.

Li gorî daneyên texmînkirî yên di raporê de, ji sala 2023’an ve, hejmara sernavên ku di depoyan de têne girtin û ji bo karanîna potansiyel amade ne, li DYA 1,938, Rûsyayê 2,815, li Brîtanya 105, Fransa 10 û Çîn, 410’in.

Serikên nukleerî yên Hindistanê 164, Pakîstanê 170, Koreya Bakur 30 û yên Îsraîlê jî 90’in.

Di nav hêzên nukleerî de, Îsraîl tekane welat e ku ne piştrast dike û ne jî înkar dike ku çekên nukleerî hene.

Li Çînê hejmara çekan di astek bilind de zêde bûye

Di raporê de her wiha bal hat kişandin ser zêdebûna çekên nukleer ên Çînê.

SIPRI bal kişand ku hejmara serikên nukleerî yên li welêt ku di Çileya 2022an da 350 bû, di Çileya 2023an da derket 410an, SIPRIyê destnîşan kir ku tê payîn ku meyla zêdebûnê dewam bike.

Derbarê raporê de Rêveberê SIPRI Dan Smith diyar kir ku heyama dirêj a ku hejmara çekên nukleerî li cîhanê her diçe kêm dibe bi dawî bûye û ji bo me girîng e ku em rêyên hevkariyê bibînin.”

Back to top button