Heyva Sor a Kurdî: Li Kampa Waşokanî, rêxistinên mirovî bi karê xwe ve ranabin

Rêveberiya Kampa Waşokanî bang li aliyên têkildar û rêxistinên mirovî kir ku xizmetguzariyên bijîşkî pêşkêş bikin û alîkariyê bi koçberan re bikin.

Endama Rêveber a Heyva Sor Cîhan Amir diyar kir ku, niştecihên kampê ji ber kêmbûna derfetan û neşandina alîkariyên pêwîst azaran dikşînin, nexasim ku havîn tê û pileya germahiyê bilind dibe.

Cîhan anî ziman ku tevî wê jî rêxistinên mirovî bi karê xwe ve ranabin.

Endama Heyva Sor banga şandina alîkariyan ji bo koçberên kampê kir.

Li gorî rêveberiyê di kampê hezar û 862 malbat hene.

Şêniyên Serê Kaniyê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker koçber bûne, niha li Kampa Waşokanî bi cih bûne.

Back to top button