Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi Koalîsyona Navdewletî re civiya

Fermandarê Giştî yê QSD’ê û Koalîsyona Navneteweyî, der barê operasyonên li dijî DAIŞ û girtiyên DAIŞ’ê hevdîtin pêk anî. Li gorî koalîsyonê, di hefteyekê de li Sûriye û Iraqê 22 çalakî li dijî van çeteyan pêk hatine. 

Duh, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û fermandarê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê Eric Hill, civiyan.

Herdu fermandaran, operesyonên li dijî DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, nîqaş kirin.

Der barê hevdîtinê de, odeya operasyonên “Ezim El-Selib” a Koalîsyonê, daxuyaniyek li ser twitterê belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê di meha Remezanê de, êrîşên xwe zêde kirine.

Koalîsyonê destanîşan kir ku li Sûriye û Iraqê di hefteya debasbûyî de, 22 çalakî li dijî DAIŞ’ê pêk anîn.

Koalîsyonê got:

“Çeteyên DAIŞ’ê hîna hene….

Ji bo pêkanîna aramî û ewlehiyê, Koalîsyona Navneteweyî bi hevkariya hêzên QSD’ê li pey wan dikevin.”

Tê zanîn, çeteyên DAIŞ’ê ji destpêka salê ve, êrîşên xwe li Dêra Zorê, Reqa û Hesekê zêde kirine û bi vê yekê armanc dikin ji nû ve xwe zindî bikin.

Lê şervanên QSD’ê dane ser pişt van çeteyan û bêhin li wan çikandine.

General Ebdî û Hill her wiha li ser stratejiya QSDê ya girtina bi hezarên çeteyên DAIŞê li girtîgehên bakur û rojhilatê Sûrî jî nîqaş kir.

Jixwe, berî niha girtiyên DAIŞ’ê yên li girtîgeha “Sînaa” ya bajarê Hesekê, meha Nîsan û Gulanê hewl dan tevliheviyê derxin, lê rewş ji aliyê QSDê ve hat kontrolkirin.

Ji pêşîgirtina li van hewldanan jî, 21’ê vê mehê koalîsyonê perwerdeya teybet bo QSD’ê der barê danûstandina bi van girtiyan re, da destpêkirin.

Lê, heya niha ji bo darizandina van DAIŞiyan, dadgeheke navdewletî li herêmê nehatiye avakirin..

Back to top button