Artêşa Ukrayna 3 gundên li Başûr-Rojhilatê kontrol kir

Artêşa Ukrayna piştî amadekariyên xwe bi dawî kir, dest bi êrişeke bihêz ya dijber kir.
Artêşa Ukrayna ragihand ku heta niha nêzî 50 leşkerên Rûsya hatine kuştin û 4 jî dîl hatine girtin.
Serokomarê Ukrayna Zelensky jî peyamên watedar bû Serokê Rûsya Putin şand.

Di dîmenên ku ji aliyê artêşa Ukraynayê ve hatin weşandin de tê dîtin ku leşker ala Ukraynayê li avahiyek gundê Blahodatne daleqandine.

Artêşa Ukraynayê ragihand ku wan 3 gundên li başûrê rojhilatê welêt ji bin kontrola artêşa Rûsyayê derxistine.

Dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin nîşan dide ku leşkerên Ukraynayî li herêmên Blahodatne û Neskuchne yên Donetsk pîroz dikin.

Artêşa Ukrayna bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasyona li gund de nêzî 50 leşkerên Rûsyayê hatine kuştin û 4 jî dîl hatine girtin.

Alîkara Wezîra Parastinê ya Ukraynayê Hanna Maliar got;

Artêşa Rûsya ji gundê Makarivka jî hatiye derxistin.

Zelensky: Çalakiyên li dijî êriş û parastinê pêk tên

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky şeva Şemiyê piştrast kir ku wan li dijî Rûsyayê dest bi êrîşeke dijber kiriye.

Ev demek bû gotûbêjên Kîev xwe ji bo êrişeke dijber ya li hemberî Rûsya amade dike.

Zelensky anî ziman ku “Çalakiyên li dijî êrîşan û parastinê pêk tên” lê got;

Ew ê derbarê qonaxa li dijî êrîşan de hûrgiliyan nede.

Ev daxuyanî piştî gurbûna şer li başûr û rojhilatê Ukraynayê û gotegotên derbarê şerê pêşbîniya êrîşê hatin.

Derbarê 3 gundên ku artêşa Ukraynayê îdia dike ku ji nûve kontrolkirine ji Moskowê ti zelaliyek nehate kirin.

Hat ragihandin ku leşkerên Ukraynayê li rojhilat li nêzî Bahmutê û li başûr jî li nêzî Zaporijyayê bi pêş ve diçin û li dijî hedefên Rûsyayê êrîşên biçekên giran pêk tînin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di hevpeyvîneke 9’ê Hezîranê hatî weşandin de got:

Hêzên Ukraynayê dest bi êrîşê kirine, lê hewildanên pêşveçûnê bi ser neketin û windahiyên giran dane.

Ji Zelensky peyama bo Putin: Pir dem nemaye

Zelensky piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau yê 10’ê Hezîranê serdana Kîevê kirî re axivî û gotinên serokê Rûsyayê “balkêş” bi nav kir.

Zelensky wiha domand:

Ji bo Rûsyayê girîng e ku hîs bike ku “pir dem nemaye”.

Her wiha bal kişand ku fermandarên leşkerî yên Ukraynayê di rewşeke erênî de ne û got,

“Vê ji Pûtîn re bişînin.”

Ji Kanada piştevaniya nû a bo Ukrayna

Trudeau di serdana xwe ya ji nişka bû Kîevê pêk anî de alîkariya leşkerî ya 500 milyon dolarê Kanadayê ji bo wî welatî ragihand.

Ji ber hilweşîna bendava Kaxovka herêmeke 596 kîlometre bandor bûye

Di vê naberê de, rewşa aloz ya ji ber hilweşîna bendava Kaxovka ya li ser Çemê Dnipro didome.

Ji ber ava li herêmê belav bûyî herêmeke 596 kîlometre bandor bûye.

Back to top button