Parlementoya Iraqê li ser proje yasaya budceyê û 17 madeyen civiyan

Parlementoya Iraqê li ser proje yasaya budceyê, her wiha zêdekirina 17 madeyan ji bo yasa budceyê, vê sibehê gavên nû avêtin.
229 parlementeran deng li ser proje yasayê da û bi vî rengî proje yasa budceya sê salên hat erêkirin.
Bi erêkirina buceyê re îsal derfetê kar ji bo 600 hezar kesan çêdibe.

Serokatiya parlementoya Iraqê ragihand, şevê din bi amadebûna 229 parlementeran civîna sêyem li ser dengdana madeyên proje yasayê destpêkir.

Di civînê de ji madeya 43 heta ya 68’an hemû made ketine dengdanê

Di daxuyaniyê de hat gotin ku 17 madeyên ku li ser proje yasaya budceyê hatibûn zêdekirin ji bilî madeyek, yên din hemû ji aliyê parlementoyê ve hatin erêkirin.

Piştî erêkirina wan madeyan, civîn vegeriya ser dengdana li ser wan madeyên ku nakokî li ser hebûn.

Ji wana jî madeya 43 ku taybete ji bo peydakirina buceyê ji bajarê Samara re da ku bibe paytexta şaristanyeta Îslamî.

Li gorî biryarê wê ji bo 600 hezar kesan derfetên kar were avakirin

Li gor proje yasa budceyê, wê îsal ji bo 600 hezar kesan derfetên kar çêbe ku wê muçeyên wan ji karmendên kerta giştî zêdetir be.

Hat gotin di civînê de madeya 42 ku behsa danîna bacê li ser benzîn, neft û kartên înternetê dikir, ji aliyê parlementoyê ve nehat erêkirin û ji nav budceyê hat derxistin.

Her wiha di parlamentoyê de biryar hate girtinê ku ji bo sala nû ya xwendinê, hikûmeta Iraqê pere bide xwendekaran.

Xwendekarên Başûrê Kurdistanê ji girtina alîkariyê bêpar dimînin

Ev jî di demek de ye ku heta niha şaxên banka Rafîdeyn û Reşîd li Başûrê Kurdistanê nehatine vekirin.

Ji ber wê xwendekarên li Herêma Kurdistanê wê nikaribin vî pereyî wergirin.

Her wiha madeya taybet bi muçeyê paşkeft ên karmendên Başûrê Kurdistanê nehat erêkirin û ji nav buceyê hat derxistin.

Niha jî wê serokatiya parlementoyê budce bişîne Dadgeha Federal, piştî Dadgeha Federal erê kir, wê ji serokkomar re were şandin daku îmze bike.

Back to top button