KCD’ê ji bo parastina mafên Êzîdiyan bang kir

KCD’ê nerazîbûn nîşanî êrişên li ser Êzidiyan da û ji bo parastina mafên wan ên rewa bang kir.

Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê têkildarî êrişên li dijî Êzidiyan ku li gundê Zervayê yê navçeya Wêranşar a Rihayê cerdevanan dest danîn ser xanî û erdên wan û êrişî wan kirin, daxuyaniyeke bi nivîskî belav kir.

KCD’ê bal kişand polîtîkayên li dijî gelê Êzîdî destnîşan kir ku ev êrişên ku bi piştgiriya dewletê pêk tên nîşan dide ku dixwazin civaka Êzidî bê cih, bê war û bê hafiza bihêlin û wiha got:

Riha-Cerdevanan dest danîn li ser malên Êzidiyan

“Êzidiyên ku dixwazin vegerin ser axa xwe, gund û warê xwe ji nû ve ava bikin îro, tên astengkirin û rastî êrişan tên,

mînaka dawî ya van êrişan li Weranşarê qewimî,

li gundê Zervayê xanî û erdên tapokirî yên malbatên Êzidî hatine desteserkirin,

malbatên ku dixwazin gundê xwe ji nû ve ava bikin rastî êrişên cerdevanan tên.”

Di dawiyê de KCD’ê bang li gel, saziyên sivîl, partî û rêxistinên Kurdî kir ku li dijî van êrîşan xwedî helwest bin û ji bo parastina mafên wan ên rewa di nava hewldanan de bin.

Saziyên Êzidiyan destdanîna ser milkên Êzidiyan şermezar kir

Back to top button