Daristanên Kanada yê dişewite, gund û bajar vala dibin

Şewatên li daristanên DYA û Ewrûpayê bi dawî nabin.
Piştî şewata li Hawaîî niha jî Kanada dişewite.
Kanada di dîroka xwe de bi şewatên herî mezin re rûbirû maye.
Ji be şewatê çar agirkuj mirin û hezaran kes ji bo cihên ewle hatin veguhestin.

Kanada di dîroka xwe de bi şewatên herî mezin re rûbirû maye.

Duh 20 hezar kesên ku li bakurê bajarê Yellowknife dijîn, ji ber xeteriya şewatê ji cih û warên wan hatin derxistin.

Piştî Yekşemê gundê Enterprise yê li nêzî sînorê Alberta bi temamî şewitî, bi hezaran şêniyên gund neçar man ji wir derbikevin.

Ji ber şewata zêde rewşa avhewayê gelekî xirav bûye.

Ev jî li ser tenduristiya mirovan metirsiyek pir mezin ava dike.

Di dîroka Kanadayê de ev şewata herî mezine

Şewatên daristanan li rojavayê Kanadayê piraniya salan derdikeve.

Lê îsal, şewatên daristanê li beşên rojhilatê welêt li Nova Scotia, Quebec û Ontario, ji kontrolê derketin.

Bi vî awayî leza û tûndiya şewatê rekora hersal derbas kir.

Vê hefteyê dîsa şewata li welêt gurtir bû.

Ji ber şewatên li daristanan di meha Nîsana îsal de 30 hezar kes li rojavayê Brîtanya Kolombiya û Alberta koçber bûn.

Her wiha hilberîna neft û gazê li herêmê hate rawestandin.

Heta niha ji ber 5 hezar û 738 şewatî, 7 mîlyon hektar şewitiye.

Çar agirkujên Kanadayî ji ber şewatê mirin

Di nava tîmên agirkujiyê de çar agirkujên Kanadayî ji ber şewatê mirine.

Li gorî texmînên herî dawî yên hikûmetê, tê payîn ku karesatên şewatê di Tebax û Îlonê de jî berdewam bikin.

Li gorî zanyaran germa zêde rewşê aloztir dike.

Rojhilatê weltê di nava hişksaliyê de maye

Ji ber germa zêde li rojhilatê welêt, li peravên Atlantîkê, di demsala biharê de bi hişksaliyê re derbas bû.

Her wiha nabarîna baranê jî rê li hişkbûnê vekir.

Back to top button