Li Hema û Idlibê şerê hikumeta Şam û çeteyên Tirkiyê li dar in

Li Idlib û Hemayê, şer û pevçûn di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de li dar in.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku berbanga vê sibehê, hêzên hikumetê bi giranî dever û nuqteyên çeteyên Tirkiyê yên li El-Enkawî û Qilêdîn  li Sehil El-Xab yê Bakur-Rojavayê Hemayê û bajarokên Cebel El-Zawiyê li Başûrê Idlibê topbaran kirin.

Çavdêriyê her wiha diyar kir ku çeteyên Tirkiyê, dema hêzên hikumetê satirên xwe li nêzî bajarokê Efis yê bajarê Seraqibê ava dikir, bi mûşekan êrîş kir.

26 leşkerên hikumetê û çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Li aliyê din, Şer di navbera Çeteyên DAIŞ’ê û Hêza hikumeta Şamê li herêma di nav sêgoşeya Heleb-Hama-Raqqa de bi dijwarî didome.

Çavdêriyê ragihand ku di enacama şerê 24 seatan de, 10 leşkerên hêza hikumetê û 16 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Back to top button