Bi destpêkirina hilbijartinê ve zext, binpêkirin, lîstok jî destpêkirin.
Gelek bajarên bakurê Kurdistanê yên weke Riha, Dîlok, Şirnex; Amed li ser gel zext tê kirin û dengê wan tê dizîn.
Di dengdayîna îro de dek û dolabên desthilata faşît a Erdogan derket holê
Li Dîlokê gelek kes taxên ku herî zêde hilbijêrên Partiyê Çepên Kesk lê hene bi awayekî bê agahî li ser navê Partiya Vatan erkdarê sindoqan hatine kirin.
Bi taybetî ev hilbijêr ji îxtiyar û yên xwendin nivîsandina wan tune ye pêk tê
Dema ev kes çûn dengê xwe bikarbînin li vê bûyerê hesiyan.
Derbarê binpêkirinê de hilbijêrên Dîlokê ev yek anîn ziman:
“Xwendin û nivîsandinê me tune, navê me weke erkdarê sindoqan nivîsîne.
Ji ber vê em nikarin dengê xwe bikar bînin.
Emê biçin dadgehê û giliyê xwe bikin.”
Li ser heman mijarê hilbijêrek din jî wiha axivî:
“Navê min li ser Partiya Vatan weke erkdarê sindoqan qeyd kirine
Zarokekî 16 salî û jinekî 60 salî jî weke erkdarê sindoqan nivîsandine.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî da xuya kirin ku li dîlokê 142 binpêkirin hatin qeydkirin.
Li Amedê binpêkirina polîsan
Li navçeya Peyasê ya Amedê, polîsekî li Lîseya Gazîler Anadolû bi kar anî, piştî dengdanê ‘belgeya 142’yan radestî wezîfedaran nekir.
Li Dibistana Sereteayî ya Fûat Sezgîn a Peyasê jî polîsekî bêyî ku ‘belgeya 142’an radest bike, deng bi kar anî.
Li navçeya Sêweregê zext li hilbijêran tê kirin
Li navçeya Sêwereg a Rihayê jî li Dibistana Seretayî ya Taxa Çînhîsarê zext li hilbijêran hate kirin
Hilbijêrekî ku ji ber zextê nexwest navê xwe eşkere bike, ragihand ku AKP’yî zextê li gundiyan dikin ku bi rengekî eşkere dengê xwe bi kar bînin.