Emîna Osê: Êrîşên dewleta Tirk plankirî ne

Alîkara Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Emîna Osê anî ziman “Êrişên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsayê cidî û plankirî ne û bi destûra Rûsyayê tên kirin.” Emîna tekez kir “Ew ê li dijî van hemû êrişên dagirkeriyê gel, ax û statuya xwe biparêzin.” 

Alîkara Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Emîna Osê, li ser êrîşên dewleta Tirk ên dema dawî li ser herêmê, bi taybetî li ser Eyn Îsayê ji ANF’ê re axivî.

Emîna Osê destnîşan kir “Eger destûr ji Rûsyayê nehatiba wergirtin, ev êrîş pêk nedihatin” û anî ziman ku “Rûsya li vir aliyek e, aliyê rejîmê ye.”

Li ser propogandayên radestkirina Eyn Îsayê jî Emîna Osê da zanîn ku “Hikumeta Şamê bi medyaya xwe propogandaya radestirina Eyn Îsayê dike, lê tiştekî bi vî rengî tune ye.”

Alîkara Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Emîna Osê, di dawî de teqez kir ku “ji bilî Rêveberiya Xweser li Sûriyê, projeyeke din a çareseriyê tune ye û li dijî hemû êrîşên dagirkeriyê ew ê gel, ax û statuya xwe biparêzin.”

Back to top button