Kenan Berekat: Hêzên me derbarê bûyerê de lêpirsînê dikin

Desteya Karûbarên Hindir a Herêma Cizîrê da zanîn ku Asayîş ji destpêka şewitandina buroyên ENKS’ê de, lêpirsîn daye destpêkirin û kesên li paş şewatê, dê ji bo dadgehê werin radestkirin.

Hevserokê Desteya Karûbarên Hindir a Herêma Cizîrê Kenan Berekat êrîşa li dijî buroya ENKS’ê şermezar kir û bi bîr xist ku ev yek di demeke de tê ku, danûstanên Kurdî tên kirin.

Kenan Berekat da zanîn ku ji kêliya şewitandina buroyan de, hêzên wan dest bi lêpirsînan kiriye û kesên tawanbar dê yekser radestî dadgehê bikin.

Berekat, ev êrîş li dijî qanûnê herêmê Cizîrê nîşan da û teqez kir ku ne ji mafê ti kesî ye êrîşî buro û sayziyên giştî û taybet bikin.

14-15’ê Kanûnê buroyên ENKS’ê li Dirbêsiyê, Amûdê û Hesekê ji aliyê kesine nenas ve hatin şewitandin.

Back to top button