WHO: Gelek guhertokên Corona belavî cîhanê dibin

Vîrûsa Coroan carke din dikeve rojeva cîhanê.
Vîrûsa ku demek dirêj bandoreke neyînî li cîhanê kir, niha bi guhertukên xwe yên nû di rojevê de ye.
Rêxistina Tenduristiya Cîhanê balkişand ser zêdebûna gelek guhertokên vîrûsê û got:
Bi taybet versiyona ‘BA.2.86’ her diçe belav dibe.

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ragihand ku versiyonek nu ya Korona ku mutasyon jiyan kiriye ya bi navê ‘BA.2.86’ her diçe belav dibe.

Rêxistinê ev versiyon wek ‘Versiyona di bin çavdêriyê de’ binav kir û hinek agahî parve kirin.

Li gorî agahiyên ku nivîskî hatiye dayîn ev versiyona Korona li gelek welatan belav dibe jî heta niha tenê çend mînak hatine tespît kirin.

Rêxistina WHO eşkere kir ku lêkolînên wan li ser ‘BA.2.86’ dewam dike û ragihand ku virûs xwe wek gelek versiyonên nû zêde dike.

Li gorî agahiyên Rêxistina Tendurîstî ya Cîhanê 9’ê Tebaxa îsal li ser versiyona Erîs (EG.5.1) agahî dabûn û gotîbû ev versiyona nu ya Korona ye ku divê di bin çavdêriyan de bê hiştin.

Versiyona Corona ya Erîs heta niha belavî 51 welatan bûye.

Hêjmara nexweşan heta niha kêm jî be tirsa wek şewb dûbare belavbûna dide mezin kirin.

Erîs bi giranî li Çîn, DYA, Kore, Japonya, Kanada, Avustiralya, Sîngapûr, Îngilîstan, Fransa, Portugal û Spanya hatîbû tespît kirin.

Niha hem versiyona Korona Erîs, hem ‘BA.2.86’ bûbe sedema tirs û fikarên mezin jî, lê tê gotin ku wek varîyanta destpêkê xeter nînin.

Derziyên li dijî vîrûsê tên nûkirin

Ji aliyê din ve, şîrketa dermanxaneyê ya Amerîkî Moderna ragihand ku derziya Coronayê ya nûjenkirî li dijî cureya Erisê bi bandor e.

Şirketê eşkere kir ku tê pêşbînîkirin ev derz di payîzê de were karanîn.

Pfizer jî diyar kir ku derziya wan ya li dijî vîrûsê hatiye nûkirin û bibandor e.

Li Almanyayê, Komîsyona Derzîlêdana daîmî (STIKO) pêşniyar dike ku mirovên di koma xetereyê de ne, salê carekê derziya Corona bikar bînin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê 5’ê Gulanê bidawîbûna pandemiya Corona ragihand.

Lêbelê, rêxistina Ewropî hişyarî da ku metirsiyên têkildarî vîrûsa Corona hîn bi dawî nebûne.

Back to top button