“Sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne dûrî ji aqil e”

Rojnamevan û nivîskara li Îngilistanê Rahila Gupta, êrîşên dewleta Tirk yên bi çekên kîmyewî li dijî herêmên Parastina Medya û li rojavan nirxand û got: Bikaranîna çekên kîmiyawî sûcekî li dijî mirovahiyê ye: Divê em li dijî van neheqiyan li ber xwe bidin û zextê li saziyên erkdar bikin.

Hêrsa li dijî êrîşên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmiyawî li tevahî cîhanê belav bûye.

Rojnamevan û nivîskara li Îngilistanê Rahila Gupta derbarê êrîşên dewleta Tirk yên bê navber nirxandin kir û got:

Sûcên ku Dewleta Tirk pêk tîne dûrî aqil e.

Tiştekî bi vî rengî tê kirin û di asta navneteweyî de kes dengê xwe nake.

Tu welat di vê mijarê de nakeve nava hewldanan, bi xemsarî tevdigere.

Rahila Gupta diyar kir ku divê li dijî van sucan dengê xwe bilind bikin û wiha domand:

Ji bo pêkanîn li Tirkiyê bêne ferzkirin divê em zextê li saziyên erkdar bikin.

“Tirkiye dixwaze Şoreşa Rojava ji holê rake”

Derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û helwesta ji bo parastina Rojava jî Gupta got:

Tirkiye dixwaze Şoreşa Rojava ji holê rake. Rojava şoreşeke jinê ye.

Ez ê li dijî van sûcan hewldanên xwe bidomînim

“Dirûşma Jin, Jiyan, Azadî bûye bingeha têkoşîna rizgariya jinê”

Rahila diyar kir ku dirûşma jin, Jiyan, Azadî’ di rojeva cîhanê de ye û wiha anî ziman:

Peyva azadî di heman demê de bi Hîndî jî tê wateya azadiyê.

Ev dirûşme bûye bingeha têkoşîna rizgariya jinê.

Back to top button