![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2020/09/JIN-PYD-KONFRANS.jpg)
Meclisa Jinan a PYD’ê kongreya xwe ya 2. bi silogana “Bi rêxistin û pêşengtiya jina azad em ê dagirkeriyê têk bibin û Rêveberiya Xweser ji bo mîsogeriya Sûriyeke demokrat bisepînin” li dar dixe.
Kongreya Meclisa Jinan a PYD’ê bi beşdariya 225 delegeyî ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarokê Rimêlanê dest pê kir.
Di kongreyê de, mêvanên ji saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan amade bûn.
Hevseroka PYD’yê Ayşe Hiso di kongreyê de axivî û diyar kir ku lidarxistina kongreyê di vê demê de bersivek xurt ji dijmin re ye.
Tê payîn, xebatên kongreyê bi dayîna hin biryaran bi dawî bibe.