Bedran Çiyakurd: Rûsya dixwaze destkeftiyên xwe li Sûriyê biparêze

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd, beşdarî bernameyeke televîzyona me bû û derbarê daxuyaniyên Wezîrên Derve yên Rûsya û Sûriyê de axivî.
Çiyakurd diyar kir ku Rûsya piştî deskeftiyên leşkerî li Sûriyê bi dest xistine, êdî dixwaze ku pêvajoyeke siyasî bi pêş bixe, da van destkeftiyan biparêze.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd tevlî bernameya Bûyer a televizyona me bû û der barê daxuyaniyên dawî yên Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hempîşeyê wî yê Sûrî Welîd El-Muelim de axivî.

Bedran Çiyakurd diyar kir ku em di qonaxeke nazik û hestiyar re derbas dibin û êdî her kes dixwaze hesabê xwe li qada Sûriyê safî bike, di serî de jî Rûsya.

Çiyakurd anî ziman ku armanca daxuyaniya Lavrov ew e ku zexteke siyasî li hikumeta Şamê bike û guhartinên nû çêke û bi rêya diyalogê dixwaze dosyaya Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareser bike.

Bedran Çiyakurd: Helwesta hikumeta Şamê ew e ku Sûriyê parçe bike

Çiyakurd der barê daxuyaniya hikumeta Şamê ya li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jî got:

Bedran Çiyakurd: Gefên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên nû didomin

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk jî, Çiyakurd diyar kir ku hîna êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê dewam dikin û gefên dagirkirina herêmên nû li holê ne.

Çiyakurd di dawiyê de bang li gel kir ku di hemû aliyan de xwe amade bikin û parastina xaka xwe bikin.

Back to top button