Li Îranê girtiyên siyasî girtîgeha evînê şewitandin

Agir bi girtîgeha Evîn a li paytexta Îran Tehranê ket..
Tê gotin ku girtiyên siyasî ji bo piştgiriya berxwedana li Rojhilatê û Îranê bikin agir bi girtîgehê xistine.

Di girtîgehê de girtiyên siyasî tên ragirtin.

Dewleta Îranê, bi sedan kesên di xwepêşandanan de cih girtine şandiye girtîgeha Evînê.

Koma şopandinê ya li dijî hikûmetê, dîmenên agir li ser înternetê weşandin.

Di dîmenên li ser înternetê hatin weşandin de, tê dîtin ku agir û dûman ji herêmê radibin.

Tê gotin ku girtiyên siyasî ji bo piştgiriya berxwedanê bikin agir bi girtîgehê xistine.

Reûtersê diyar kir ku girtî deriyan dişikînin da ku ji hucreyên xwe yên tijî doman bûne derkevin.

Heman çavkaniyê ragihand ku malbatên girtiyan piştî bihistina bûyerê li derveyê girtîgehê kom bûn ..

Dengê “Bimire dîktator” qîr kirin.

Back to top button