Li paytexta Stockholm Swêdê û paytexta Norwec Osloyê meş û çalakî ji bo Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin.
Duh li navenda paytexta Swêd Stockholmê bi beşdariya sedan kesî, çalakiyek girseyî hat lidar xistin.
Gelek hunermendên navdar ên Swêdî û hin parlamenterên partiyên Swêdî beşdarî çalakiyê bûn..
Her wiha hunermendek ciwan ku bi eslê xwe Efrîqî ye, porê xwe jêkir
Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Bimire dîktator” hatin berzkirin.
Li Osloyê jî ji bo piştgirîdayîna serhildana gel a li Rojhilat û Îranê, meşek hat lidarxistin.
Gelek Îranî û nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanî û alîgirên wan tevlî meşê bûn.
Di meşê de bênavber dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hat berzkirin ..
Li ber Sefaretxaneya Îranê meş veguherî, xwepêşandanê.