Beyan El-Elî: Emê li hember her êrişan xwe biparêzin

Hevseroka Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser Beyan El-Elî piştrast kir ku ew amade ne bersiva êrişên li dijî herêmê bidin.

Beyan El-Elî anî ziman ku dewleta Tirk ji jinan ditirse ji ber ku jin bingeha avakirina civakeke demokratîk e, ji bo wê jî wan dike hedef.

Beyan El-Elî diyar kir ku jinên herêmê rolek pêşeng di şerê li dijî DAIŞ’ê de lîst, ji bo wê dewleta Tirk tola DAIŞ’ê ji jinan hiltîne.

Beyan da zanîn ku ew ti şerî naxwazin, lê heger êriş li ser xaka wan û şêniyên herêmê werin kirin, dê bersiva hemû êrişan bidin.

Di dawiyê de Beyan El Elî bang li jinan kir ku xwe zêdetir bi rêxistin û perwerde bikin da ku siyasetên dagirkeriya Tirk têk bibin.

Back to top button