HPG: Li Girê Sor 2 gerîlayên me bi gazên jehrî şehîd bûn

Gerîlayên HPG’ê li herêma Avaşînê ku artêşa Tirk ya dagirker bi hemû cureyên çekan êrişê dibe ser, berxwedana dîrokî ya gerîla şev û roj dewam dike. HPG’ê ragihand li qada Girê Sor ji ber gaza jehrî ku dagirkeran bikaranîn, 2 gerîla şehîd bûn. HPG’ê da zanîn artêşa Tirk ya dagirker qada Werxelê ya berxwedanê jî 11 caran bi teqemenî û gazên jehrî bombebaran kir.

Tevî êrişên hewayî û bejahî û bikaranîna hemû cureyên çekan, artêşa Tirk a dagirker nikare li ber berxwedana gerîlayên azadiyê bi pêşde biçe û encamê bi dest bixe.

Dewleta dagirker ku nêzî 5 meh in êrişê dibe ser başûrê Kurdistanê ji ber derbên gerîlayan heta niha bi sedan windahî û birîndar dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dagirkeran û berxwedana gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de berxwedana dîrokî ya gerîlayan a li herêma Avaşînê roj bi roj mezin dibe û ev agahî parve kir,

“26’ê Tebaxê dewleta Tirk ya dagirker û hov ku ji mirovantiyê nesîbê xwe negirtiye li dijî qada Girê Sor ya Berxwedanê gaza jehrî bikaranî.

Di encama vê êrişê de 2 hevrêyên me şehîd bûn. Wê nasnameyên hevrêyên me piştre ji raya giştî re bên eşkere kirin.

Ji 7 heta 8’ê Îlonê artêşa Tirk ya dagirker qada Werxelê ya berxwedanê 11 caran bi teqemenî û gazên jehrî bombebaran kir. Piştî bombebaranê di navbera dagirkerên ku dixwestin bikevin qada berxwedanê û hêzên me de şerekî giran qewimî.

Tevî êrişên dermirovî hemûyan jî hêzên me bi ruhekî bilind yê mîlîtanê Apocî û bi fedekarîyeke mezin şer kirin û rê nedan ku dijmin bi pêşde biçe.”

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de berxwedana gerîla ya li herêma Zapê jî bê navber dewam dike.

Hat diyar kirin 8’ê Îlonê hêzên gerîla 2 caran bi taktîka sabotajê li dagirkeran xistin ku dixwestin ji Qada Ciloyê Piçûk biçin Girê Şehîd Sefkan.

Hat gotin piştî van çalakiyan dagirkerên ku li ber-palên Gir belav bûn careke din bi çekên giran li wan hate xistin.
HPG’ê da zanîn wê agahiyên derbarê encamên van çalakiyan de paşê ji raya giştî re bên parve kirin.

HPG’ê da zanîn berxwedana gerîlayan ya li herêma Heftenînê a di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de jî dewam dike.

Hat gotin 6’ê Îlonê ji du aliyan û bi çekên giran li dagirkerên li Girê Dûpişkê ya girêdayî qada Pîr-bila hat xistin. Hat diyar kirin di vê çalakiyê de herî kêm li 2 kozîkan hate xistin û dagirkeran di saetên şevê de windahiyên xwe bi helîkopteran ji qadê birin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da zanîn 7’ê Îlonê gelek qadên Metîna, Heftenîn, Avaşîn û Qendîlê bi helîkopter, balafirên şer û hawanan hatin bombebarankirin.

Back to top button