Salvegera 4. ya Meclisa Jinan a Suriyê: Ji bo pêkanîna heviyên jinan emê xebatên xwe bidomînin

Meclisa Jinan a Sûriyê di salvegera 4. ya damezirandina xwe de daxuyaniyek da û da zanîn ji bo pêkanîna hêviyên jinên Sûriyê ew ê xebatên xwe dewam bikin.

Meclisê destnîşan kir ku têkoşîn û fedakariyên bi hezaran jinan bi damezirandina vê meclisê tacîdar bû û hat gotin,

“Jinan ji bo xurtkirina aştiya navxweyî û bi taybetî li herêmên koçberiyê û ji bo rawestandina şer têkoşîn kir.

Ji bo çareseriya siyasî ya ji bo pêşeroja Sûriyê beşdarî xebatên siyasî bûn.”

Meclisa Jinan ya Sûriyê diyar kir ku ew ji bo hemû jinên Sûriyê bûn cihê baweriyê û hat gotin, ji bo pêkanîna hêvî û bendewariyên jinên Sûriyê ewê têkoşîna xwe dewam bikin.

Bang li jinan hat kirin ku bi xurtî tevlî xebatên siyasî û civakî bibin.

Back to top button