Malbatên şehîdan ên devera Raperînê jî tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kirin.
Malbatan eşekre kir ku divê em bi her awayî li dijî tecrîdê bisekinin.
Dayîk û bavê sê birayên şehîd derbarê Tecrîda li dijî Rêber Apo û êrîşên li ser Başûr axivîn.
Dayê Kurdistan Helo, da zanîn ew bi şehadeta hersî kurên xwe serbilinde û got:
“Hêvîdarim gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiya Rêber Apo dakevin qadan.
Bila bi çalakî û meşan helwesta xwe nîşandin daku di zûtirîn dem de Rêber Apo azad bibe. ”
Her wekî Bavê her sê şehîdan Mihemed Zudî jî li ser heman mijarê axivî û got:
“Pêwîste em bi yek deng û yek helwestê li dijî dagirkeriyê helwest nîşandin.
Bêdengî tiştek şerme, tê wata hevkariya bi dagirkeran re.
Divê em zêdetir li berxwe bidin û bihêz bîn.”