Endamên Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê berteke xwe ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nîşandan û gotin:
“Bi azadbûna Rêber Ocalan aştî û azadî wê mîsoger bibe”
Endamê HDP’ê Hekîm Kerem tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir û got:
“Girtina Rêberê Apo kiryarek û bin pêkirina mafê mirovahiyê ye.
Ev zêdetirî 19 mehane di bin tecrîdê deye û ti agahiyek jê nayê girtin.
Rêgirî li serdanên malbatan jî tê kirin.”
Kerem daxwaz kir ku tecrîda li ser Rêber Ocalan were rakirin û were azadkirin.
Endamê bi navê Fehmî Aydemîr jî diyar kir ku tecrîd ji aliyê tevahiya gelê Kurd ve nayê qebûlkirin.
“Zêdetirî 30 mehin derbasbûn û ti agahî derbarê jiyan Rêber Apo naye girtin,tevahî gelê kurd vê yekê qebûl nakin.
Bi azadbûna Reber Apo, aştî û aramî wê li welatê Tirkiyeyê û herêmê jî mîsoger bibe.”