Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî tekez kir ku ev êriş cihê şermezariyê ye.
Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe Twitterê êrişa li Parîs şermezar kir û got:
“Ev êriş pirsgirêka kurdî hedef dike û cihê şermezariyê ye.
Em bawerin ku serokê Fransa Emmanuel Macron û saziyên dadmendî dê êrişekeran eşkere bikin.”
Her wiha Mezlûm Ebdî bang li xurtkirina hevkariyê di têkoşîna li dijî terorê de kir.
Mezlûm Ebdî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.