Şêniyên Kobanê komkujiya Parîsê şermezarkirin

Li Kobanê jî gel li dijî vê êrişê daketin qadan .
Şêniyan tekez kir ku divê hikumeta Fransa, delîlan li ser bûyerê ji edaletê re pêşkêş bike.

Şêniyên Kobanê li dijî komkujiya Parîsê daketin kolanan.

Şênî li Qada Jina Azad kom bûn..

Di çalakiyê de endama rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê Rûdîn Bozan axivî û got:

“Em dixwazin kujerên komkujiya li Parîsê werin darizandin.

Bêdengiya hikumeta Fransa li hember komkujiya Parîsê ya 2013`an, rê da ku îstixbarata dewleta Tirk komkujiyeke din pêk bîne.

Divê hikumeta Fransa, delîlan li ser bûyerê ji edaletê re pêşkêş bike.”

Back to top button