DAIŞ’ê li çola Dêrazorê êrişî hêzên hikumeta Şamê kirin

Tevgera çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê zêdetir dibe.
Ji despêka salê ve, di encama şerê navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê li herêmê de, 392 çekdar û DAIŞ’î hatine kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî noqteyên hêzên hikumeta yên li çola Bokemalê ya gundewarê Dêrazorê kirin.

Di navbera her du aliyan şerek dijwar derket.

Heta niha der barê kuştî û birîndaran de tu agahî nehatin parvekirin.

Ji despêka 2023’an ve 392 hêzên hikumeta Şamê û DAIŞ’î hatine kuştin

Li gorî daneyên çavdêriya Sûriyê, ji destpêka 2023’an ve di êrişên li çolistana Sûriyeyê de 557 kes hatine kuştin.

Ji wana 44 çeteyên DAIŞ`ê ne.

Ev çete di şerên bi hêzên Şamê û Rûsyayê de hatine kuştin.

Her wiha 348 çekdar û hêzên hikumeta Şamê hatine kuştin.

Tê gotin, di van şeran de, 165 welatî jî mirine.

Li bajarê Herak yê parêzgeha Derayê, hêzên ‘Lîwayê 8’an’ yên girêdayî Rusyayê êrişî malekê kirin.

Tê îdiakirin mal û kesên tê de ne, çeteyên DAIŞ’ê ne.

Di şerê navbera her du aliyan, 2 çekdar hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Back to top button