Însiyatîfa Parastina Kurdistanê bi Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê re civiya.

Li başûrê Kurdistanê xebat û çalakiyên li dijî êrîşên dagirkeriyê her diçe zêde dibe.
Însiyatîfa Parastina Kurdistanê, li Silêmaniyê bi Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê re civiya.

Di çarçoveya hewldanên ji bo pêkanîna eniyek dijî dagirkeriya dewleta Tirk, şandeya Navnetewî ya ji bo Aştî û Azadiya Kurdistanê, li Silêmaniyê bi Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê re civiya.

Şande ji aliyê rêveberê Hizba Zehmetkêşan Ehmed Xidir û endamên hizbê ve hatin pêşwazîkirin.

Civîn ser dagirkeriya dewleta Tirk û li hemberî dagirkeriyê pêkanîna eniyek nîştimanî ya dijî dagirkeriyê bû.

Rêveber û endamên hizba Zehmetkêşan gotin ku helwesta wan nîştimanî ye û ew piştgiriya hemû hewldanên ji bo aştiyê dikin.

Back to top button