Guterres ji bo cara duyemîn bû sekreterê giştî yê NY

Antonio Guterres ji bo erkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî heta 5 salên din careke din hate hilbijartin.

Doh ji bo hilbijartina erkê Sekreterê Giştî yê NY navenda wê ya New Yokr civînek pêkhat.

Portogal careke din welatiyê xwe Antonio Guterres ji bo namzetiyê pêşniyar kir.

Di civîna Dîwana Giştî ya NY ku ji 193 endaman pêk tê, Guterres cara duyemîn ji bo erkê sekreteriyê hate hilbijartin.

Guterres ku niha erkê xwe didomîne wê ji 1’ê Çileya 2022’an ve dest bi beşa duyemîn ya erkê xwe bike.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres di dîwana giştî de, piştî sond xwar axivî û wiha got:

Di roniya serdemeke nû de, ez di wê ferqêdeme erkek mezin yê çawa ji bo min hatiye dayîn.

Paradîgma têne guhertin.

Ortodoksên kevn berevajîdibin.

Em bi hilbijartinên ku niha dikin dîroka xwe bi xwe dinivîsin.

Sekreterê Giştî yê niha 2017’an, bi çend hefteyan berî hilbijartina Serok berê yê DYA Donald Trump, li cihê Ban Ki-Moon hatibû hilbijartin.

Piraniya demê wî li ser pirskirin Donald Trump a ji NY û pir alîbûnê bû.

Back to top button