Li peravên Cibûtî li dijî keştiyek Îranî êrîş pêk hat

Li peravên Cîbûtî ya Derya Sor li dijî keştiyeke Îranê êrîşek pêkhat.
Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Îranê Saîd Xatîbzadeh got,
“Ji ber teqîna li keştiya bazirganî ya Îranê ‘xisareke sivik’ li keştiyê bûye.”

Saîd Xatîbzadeh ragihand ku 6’ê Nîsanê li peravên Cîbûtî teqîn çêbûye.

Xatîbzadeh diyar kir ‘ziyaneke kêm’ hatiye ser keştiyê û agahî da, têkilî teqînê lêpirsînê dest pê kiriye.

Beriya vê daxuyaniyê ajansa nûçeyan a Îranê Tasnîmê got,

Savîs a ku hêzên çekdar ên Îranê bi kar tînin, ‘bi mayinên manyetîk’ ziyan lê bûye.

New York Tîmesê jî nivîsîbû ku li pey teqînan Israîlî hene.

Keştiya kargoyê ya şîrketa IRISL ku bi ‘Îran Şahrê Kord’ tê binavkirin, di navbeyna Îran û Ewropayê de sefer dikir.

Li gorî Wall Street Journalê Israîlê 12 keştî kirine hedef, ku diçûne Sûriyê û petrola Îranê hildigirtin.

Israîl ji dawiya sala 2019’an û wir ve ji bo ku keştiyên Îranê li Deryaya Sor û herêmên din bike hedef di serî de mayinên deryayê hin çekên din bi kar tîne.

Back to top button