Rêxistina Efûyê: Rûsya Navalny hêdî hêdî dikuje

Serokê Rûsya Vladimir Pûtîn yê kursiyê xwe yê deshilatê qayîm dike, muxalifan ji holê radike.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî got,
“Di be ku mercên Navalny tê de tê ragirtin, wî hêdî hêdî bikuje.”

Sekretera Giştî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Agnes Callamard beriya ku rapora salane ya rêxistinê bê weşandin, ji ajansa Reutersê axivî û wiha got:

Dibe ku hikumeta Rûsyayê Alexey Navalny hêdî hêdî bikuje û tiştê tê kirin, veşêre.

Diyare ku hikumeta Rûsyayê mafê Navalny binpê dike.

Agnes Callamard îşaret bi rejîma Pûtîn kir û ev tişt anî ziman:

Wan bi rastî jî hewl da wî bikujin, niha jî wî di mercên giran de ku dikevin asta îşkenceyê, radigirin.

Ji bo ku rêveberiya zindanê ximzetên tenduristiyê pêşkêşî wî bikin, Navalny hefteya borî dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Kremlînê der barê rewşa tenduristî ya muxalîfê Rûs de tu daxuyanî nedan û tenê got, ew mijar girêdayî girtîgehên federal e.

Daîreya Girtîgehan jî hefteya borî îdia kiribû ku Navalny (44) bi awayê pêwîst tê dermankirin.

Back to top button