Li Iraqê di meha Adarê de 60 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê ragihand ku di meha Adarê de 60 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Berdevkê Fermandaria Giştî ya Artêşa Iraqê Yehya Resul ragihand ku di meha Adarê de, di operasyona ‘Esed El Muteehib’ de 60 çeteyên DAIŞ’ê ji wan 27 çete li rêzeçiyayê Qereçoxê hatine kuştin.

Herwiha 120 stargeh û şkeftên wan li rêzeçiyayê Qereçûx hatin rûxandin.

Yehya Resul eşkere kir ku ji Çiyayê Qereçûx hinek çete ber bi Çiyayê Hemrîn revîne, lê hêzên wan ew şopandine û cihê wan eşkere kirine.

Back to top button