ŞERÊ LI IDLIB.. BOMBEBARAN DEWAM E, 37 KES HATIN KUŞTIN

Herêmên qaşo ”Bêçek” li Idlib û Hemayê êdî bûne herêmên herî biçek ên şerê niha li Sûrî.

Balafirên şer ên rejîmê û bi piştevaniya balafirên Rûsiyayê ev 10 roj in bênavber gundewarê Idlib û Hemayê bombebaran dike.

Di encama şerê her dawî de zêdetirî 37 kesan hatin kuştin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gefa dewamkirina êrîşan li dijî çeteyên li Idlibê xwar û teqez kir ku divê hîlîna terorê li Idlibê ji kokê ve bê rakirin.

Li Idlib û Hemayê li herêmên ”Bêçek” tişetek ji bilî şer û bombebaranê peyda nabe.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh balafirên şer ên rejîm û Rûsiyayê bênavber gundewarê Idlib û Hemayê bombebaran kir.

Di encam de 36 kes hatin kuştin û gelek birîndar çêbûn.

Beriya demekê Serokê Rûsiya Pûtîn diyar kiribû ku lidarxistina operasyoneke leşkerî li Idlibê li dijî çeteyan pêkan e, lê dem ne guncaw e.

Ev 10 roj in asoyên vê operasiyonê li ser erdê ketine piratîkê de, nemaze ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, berî niha gelek caran diyar kiribû ku sebra wan li hember hebûna çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Idlibê nemaye.

LAVROV: DIVÊ HÊLÎNA TERORÊ YA LI IDLIBÊ JI KOKÊ VE WERE TINEKIRIN

Duh jî careke din Lavrov gef li çeteyên ku li Idlibê dimînin xwar û teqez kir ku divê hîlîna çeteyan li Idlibê ji kokê ve bê rakirin.

Lavrov diyar kir ku Rûsya û Amerîka girêdayî wê muzekera mohr kirine û leşkerên her du dewletan niha hewl didin bendên wê muzakereyê bînin cih.

Li hember vê rewşa xerab a li Idlibê gelek bertekên navdewletî hatin nîşandan.

Nûnerê giştî yê Netewên Yekbûyî Entoniyê GOTEERS banga rawestandina şerê dijwar ê li herêmên agirbestiya Pûtin-Erdogan kir û daxwaza parastina sivîlan kir.

JEREMY HUNT: REWŞA IDLIBÊ REWŞEKE XERAB E

Wezîrê Karên derve yê Birîtanî Jermy Hunt jî dilgiraniya xwe ji ber rewşa Idlibê destnîşan kir û rewşa Idlibê bi ”Rewşa Xerab” bi nav kir.

FEDRICA MOGHERINI: BOMBEBARANA LI BAKUR-ROJAVAYÊ SÛRIYÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN

Her wiha Wezîra Karên derve ya Yekîtiya Ewropî diyar kir ku bombebarana ku li Idlib û bakurê Hemayê çê dibe, li dijî qanûnên navdewletî ye û qet nayê qebûlkirin.

MECLISA EWLEKARIYA NAVDEWLETÎ DÊ DAWIYA VÊ MEHÊ JI BO IDLIBÊ BICIVE

Li aliyekî din cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsî Sergey Vershinin  ragihand ku di dawiya vê mihê de Meclisa Ewlekariya Navdewletî dê ji bo rewşa mirovî ya xerab li Idlibê bicive.

Leave a Reply

Back to top button