KCK:Em ê teqez hesreta kurdistana azad ya Şêx Seîd pêk bînin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 95’emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd û 47 hevalên wî daxuyaniyên nivîskî da. KCK’ê diyar kir ku hesreta Kuridistana azad ya Şêx Seîd û 47 hevrêyên wî pêkbînin.

Her wiha KCK’ê Şêx Seîd û hevalên wî jî di salvegera 95’an bidarvekirina wan de bibîranî û diyar kir ku ew rêberên Kuradn yên hêjane û ji bo Kurdistaneke azad bi serbilindî çûn ber sê darê.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku dewleta Tirk ji dema darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî û vir ve, polîtîkayên qirkirina li ser kurdan didomîne.

KCK’ê wiha got: “roja Şêx Seîd û hevalên wî hatin daliqandin biryara darvekirina Rêber Apo hate dayin.
Ev yek jî diyar dike ku ji bo dewleta Tirk, fikrê siyasî ne girîng e, ji ber ku ev dewlet xwe li ser tinebûna kurdan avakiriye, dijminê Kurdan e.
Divê hin aliyên siyasî vê rastiyê bibînin.”

KCK’ê diyar kir ku girêdayîna bi Şêx Seîd û hevalên wî re bi bilind kirina têkoşînê pêkan e.

KCK’ê di dawî de biryardariya têkoşîna li dijî hişmendiya qirker dubare kir û got:

“Di salvegera şehadeta wan de soza me ya ji bo Şêx Seîd û hevalên wî ev e ku, emê têkoşîna xwe ya li dijî mêtingeriya qirker a di şexsê AKP, MHP û Ergenekonê de bidomînin û dijminên Kurdan têk bibin. Kurdistana azad û demokratîk ava bikin.”

Back to top button