KCK: Çalakiya hevrê Zîlan manîfestoya azadiyê ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 24’emîn salvegera şahadeta Zeyneb Kinaci (Ş.Zîlan) daxuyaniyek nivîskî da.

KCK’ê diyar kir ku çalakiya Zîlan manîfestoya azadiyê ye û wiha got; “Em ê bi rihê wê yê bihêz teqez têkoşîna azadiya Kurdistanê bi ser bixînin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo salvegera şehîdbûna Gerîlaya PKK’ê Zeyneb Kinaci bi nasnav Zîlan a sala 1996’an li Dersimê çalakiyeke fedayî kir daxuyaniyek da.

KCK’ê çalakiya Şehîd Zîlan wek teqîna hêrsa li dijî mêtingerî û qirkirinê pênasekir û got;

“Şehîd Zîlan, di demeke ku Tansû Çîller digot, ”an wê biqede an wê biqede” û êrîşên giran li ser gel hebûn tevlî nav refên gerîla bûye.
DI Van salan de hemû gundên li Kurdistanê û Dersimê hatine şewitandin.
Şehîd Zîlan li dijî van êrîşan bûye xwedî hêrseke mezin, li dijî êrîşa li ser Rêber Apo ya 6’ê Gulanê, li dijî mêtingeriya qirker bûye sembola hêrsa Kurdan.
Bi vê çalakiya xwe ya mezin, kiriye ku hêrsa gelê Kurd a li dijî qirkirinê hê geştir bibe.”

KCK’ê dazanîn ku îro jî heman êrîş li ser gelê kurd tê meşandin û got; “şehîd Zîlan ji bo me manîfestoye.
Emê bi rihê wê yê bihêz teqez têkoşîna azadiya Kurdistanê bi ser bixînin.”

Back to top button