Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê wekheviyê ji xwe re dike pîvan

Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ku tevlî amadekirina qanûnên demokratîk ên têkildarî jin, zarok û malbatê bû.
Meclis dixwaze bi malbateke demokratîk hişmendiyeke demokratîk û wekheviyê pêk bîne.
Endama Meclise Atiye Yûsûf li ser mijarê axivî û got: Jinan têkoşînek mezin dan heya ew deskeftî bidest xistin.

Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li gorî pîvanên civakî û exlaqî edaletê pêk tîne, di 16’ê Mijdara 2018’an de ava bû.

Endama Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Atiye Yûsûf li ser pêşengiya jinê ya li nava sîstema edaletê axivî.

 Atiye Yûsûf: Di dema rejîmê de wekhevî tune bû

Atiye Yûsûf anî ziman ku di dema rejîma Baasê de sîstemek têkildarî meclîsa jinê tune bû û got:

“Jin weke dadger di dadgehê de hebûn, lê belê hejmara wan zêde nebû.

Parastina jinê û mafên jinê, wekheviya jin û mêr di Destûra Bingehîn de hebû, lê belê tenê li ser kaxizê bû.

Bi kurtasî li gorî Destûra Bingehîn her kes wekhev bû, lê belê di pêkanînê de wekhevî û edalet tune bû.”

 Atiye Yûsûf: Her ku rêxistinbûna Jinê xurt bû parastina mafê wê jî hêsan bû

Atiye Yûsûf diyar kir ku sîstema edaletê ya ku bi Şoreşa Rojava re hate avakirin, pêşketineke nû ye û got:

“Ji Mala Jinê heta bi Meclîsa Edaletê ya Jinê, jinan ev destketî bi hêsanî bi dest nexistin.

Têkoşîna li dijî mejiyê baviksalariyê hêsan nebû. Mala Jinê ava bû, nerazîbûn zêde bûn.

Her ku rêxistiniya jinê xurt bû, parastina mafên jinê jî hêsan bû.

Me zewicandina di temenê zarokatiyê de, tundiya li jinê, pir zewacî red kir.

Di Qanûna Sûc û Ceza de me hewlda wekheviyê pêk bînin.”

 Atiye Yûsûf: Divê em xwe bispêrin hêza xwe

Atiye Yûsûf herî dawî ji bo parastina mafê xwe ev bang li jinan kir:

“Weke jin divê em xwe bispêrin hêza xwe.

Ji ber ku bi kesayetên xurt bi bicihanîna edaleta civakî em dikarin mafên xwe bi dest bixin.

Bidestxistina maf jî ji ber xwe ve nabe, dema ku mirov xurt be dikare mafê xwe bi dest bixe.”

Back to top button