
Li herêma Serhedê ji ber barîna berfê rêya bi sedan gundan hat girtin.
Duh bi şev bi despêkirina barîna berfê rêya bi sedan gundan hatin girtin. Çûn û hatina navçe û bajaran hema bêje rawestiya.
Berf herî zêde jî li navçe û gundên Erdexan, Erzirom û Agiriyê barî û piraniya rêyên van deran li çûn û hatinê hatin girtin.
Ji ber barîna berfa zêde di navber a bajarê Wanê û navçeyên wê de jî çûn û hatin rawestiya.
Li gorî wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker jî ji ber baran, lehî û bahozê ya li gelek devaran heta niha 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û 11 kes jî winda ne.
Li Kurdistan û Tirkiyê ji ber baran û bahozê xesarek mezin gihîşt welatiyan