Li Kurdistan û Tirkiyê ji ber baran û bahozê xesarek mezin gihîşt welatiyan

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji ber barana zêde û bahozê li Amed, Êlih, Riha lehî rabû.
Di encama lehiya li bajarê Êlihê de dayekek û 3 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan.
Parlamentera HEDP ya Şirnexê Newroz Uysal diyarkir ku ji ber polîtîkayên qeyûman encamê lehiyê giran bû.

Barana zêde ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li gelek bajaran bû sedemê lêhiyê. Bagera zêde ya li gelek bajaran veguherî bahozê jî bandoreke neyînî li jiyanê kir.

Taybet jî ziyan mezin li bajarê Amed, Êlih, Riha ku qeyûmê dagirkeriya tirk binesaziya bajêr xirakiriye asta zirarê mezintir kir.

Ji ber baran û bahozê li Amed û Êlihê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Êlihê 3 zarok li ber ava lehiyê ketin. Ji hersê zarokan Îsrafîl Guner ê 5 salî jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Licê a Amedê ji ber barana zêde lehî rabû.

Lehiyê zerarek mezin da ka û erdên gundiyan.

Gelek alavên gundayan bi lehiyê re çûn.

Li gundê Çemê Elika yê Licê jî pirek di bin avê de ma. Li gundê Xrawa yê li heman herêmê jî lehî rabû.

Êlih-Dayîk û sê zarokên xwe ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan

Barana zêde ya doh bi şev li Êlihê bi bandor bû, bû lehî û bandoreke neyînî li jiyanê kir.

Lalîhan Guner a 54 salî ku li Taxa Seyîtler kete ber ava lehiyê û pîştî çend saetan cenazeyê Guner hate dîtin.

3 xwişk û bira yên temenê wan di navbera 1 û 5 salî de ber ava lehiyê ketine û winda bûn.

Vê sibê cenazeyê her sê xwîşk û bira hate dîtin.

Li Rihayê ji ber polîtîkayên qeyûm kolan tijî av bûn

Li navçeya Pirsûs a Rihayê ku şaredarî di destê qeyûmê dagirker de ye, kolanên gundê Alîgorê di nava avê de man.

Parlamentera HEDEP ya şirnexê Newroz Ûysal ji malbatên kesên ku di lehiyê de jiyana xwe ji destand sersaxî xwest û got:

“Ev lehî encamê polîtîkaya talan, dizî, xirakirina binesaziya qeyûmên ku di salede êlih dagirkiriye ye.”

Wezîrê Karên hindir ê dewleta tirk a dagirker Elî Yerlîkaya jî bi daxuyaniyeke ragihand ku heta niha li Tiriyê û Bakurê Kurdistanê 50 kesî ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button