Li Fransa krîza benzîn ê

Li Fransayê ji ber ku xebatkarên rafîneriya petrolê dest bi grevê kirine, krîza peydakirina benzînê didome.

Ji ber sendîkaya çepgir CGT bi şîrketên mezin ên petrolê Total Energîes û Exxon Mobîlê re li ser zêdekirina heqê karkeran li hev nekirin, karkeran dest bi grevê kirine.

Karkeran biryar dan ku di hefteya sêyemîn de jî grevê bidomînin.

Hikumetê ferman da ku bila hinek karkerên Exxon Mobîlê vegerin ser karê xwe û hate diyarkirin dibe ku li ser Total Energîesê jî heman ferman were dayîn.

Li hinek herêman ji bo du rojan firotina benzînê hate astengkirin.

Ji heft rafîneriyên petrolê şeş rafînerî naxebitin.

Ev jî dibe sedem ku mirov berê xwe bidin îstasyonên petrolê.

Li gelek îstasyonan benzîn nema.

Ji sê îstasyonan li îstasyonekê benzîn nemaye.

Di heman demê de firotina benzînê ya di debok û bermîlan de jî hate qedexekirin.

Back to top button