Artêşa Iraqê ji bo dagirkirina Şengalê di nav provakasyonan de ye. Artêşa Iraqê hewl da ku derbasî gundê Gir Zerik ê Şengalê bibe, lê şêniyên Şengalê nehiştin.
Îro derdora 17.00’an Artêşa Iraqê hewl da ku derbasî gundê Gir Zerik ê başûr-rojavayê Şengalê bibe.
Lê şêniyên herêmê derket pêşiya wan û nehişt derbas bibin.
Şêniyan ji rayedarên artêşê re diyar kirin ku li herêmê hêzên parastinê hene, pêwîstî bi hêzek zêdetir nîn e.