Xelîfe Hefter wê beşdarî komîteya leşkerî ya hevbeş bibe

Artêşa Niştimanî ya Lîbî, komîteya leşkerî ya hevbeş ku li Kongreya Berlînê li serê hatibû lihevkirin, erê kir.

Şandeya NY li Lîbyayê ragihand ku “Fermandarê artêşê Xelîfe Hefter teqez kiriye ew ê beşdarî xebatên komîteya leşkerî ya hevbeş bibin.

Komîteya leşkerî ya hevbeş ku ji 5 nûneran ji herdu aliyên şer ên Lîbyayê pêk tê, piştî encamnameya Kongreya Berlînê ya der barê Lîbyayê de hat ragihandin.

Ev komîte, wê kar û xebatên agirbestê bişopîne.

Li aliyê din, li Cezayîrê, serokomarê Cezayîr, Ebdulmecîd Tebûn bi serokomarê Tûnisê Qeys Seîd re civiya û têkildarî rewşa Lîbyayê nîqaş kirin.

Serokomarê Cezayîr li ser pêwîstiya bidûrxistina çekdarên biyanî li Lîbyayê teqez kir, tevî qedexekirina veguheztina çekan ji welatê cîran re.

Beriya niha, Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku hejmara çeteyên Tirkiyê yên ji Sûriyê gihiştine Lîbyayê, giştiye 2 hezar û 900 çeteyî.

Back to top button