The National Interest: Pêşmerge nema dikarin Kurdan biparêzin

Kovara The National Interest a Amerîkî bi raporekê da zanîn ku hêzên Pêşmerge êdî nema dikarin Kurdan biparêzin. Kovarê diyar kir ku PDK niha wan tenê ji bo parastina hikumetê bi kar tîne û budceya ku ji wan re hatiye veqetandin jî dide hêzên nîv-leşkerî, weke îşaret bi Pêşmergeyên Roj.

Piştî derbasbûna 33 salan di ser Komkujiyên Enfalê re, hîna hêzên Pêşmerge nikarin parastina Kurdan bikin, tew ev ji bilî parçekirina hundir, gendelî û nebaş-birêvebirina herêmê.

Kovara Amerîkî The National Interest bi raporekê ev yek piştrast kir û têkçûyînên pêşmergeyan yek bi yek rêz kirin, reva wan a ji Şengalê jî mijareke sereke girt dest.

Tê zanîn, 2014an çeteyên DAIŞê biser Şengalê de girt, hingê hêzên Iraqî û yên pêşmergeyan berî wan reviyan û xelkên bêçek di nava lepên DAIŞê de hiştin.

Wê çaxê hêzên HPG bi hawara wan ve çû û YPG jî bi alîkariya wan korîdoreke mirovî vekir da xelkê Şengalê derbasî Rojavayê Kurdistanê bikin.

Kovara Amerîkî anî ziman ku wekî çawa di salên 80 de bi bin ketin, pêşmergeyên niha jî nekarîbûn civaka Êzdî ji qirkirinê biparastana.

Jixwe ji encamên reva wan, piraniya wan jin û zarok 6 hezar û 417 kes hatin revandin û zilamên dîl jî hema hema bi temamî hatin kuştin.

Kovara Amerîkî dibêje; Hêzên Başûrê Kurdistanê girêdayî Wezareta Pêşmergeyan in, lê PDK berpirsyartiya wan dike, ku ev yek jî ti rola wezaretê nahêle.

The National Interest: PDK budceya pêşmergeyan dide hêzên nîv-leşkerî

Li gorî raporê, “budceyeke ecêb a herêmê heye, lê hîna pêşmerge xwedî çekên jirêzê û zingargirtî ne. Her wekî di nava salê de, tenê 3-4 mehan mûçeyên xwe dibin”.

Weke îşaret bi hêzên bi navê “Pêşmergeyên Roj” jî, Kovara The National Interest teqez kir, piraniya budceya ku ji pêşmergeyan re hatiye veqetandin, ji hêzên nîv-leşkerî re diçin, yên girêdayî eşîr û girseyên siyasî yên serwer in.

Ev hêzên Roj ji aliyê PDK ve li dijî hêzên HPG hatine bikaranîn û destpêka Nîsana par, tevî gelek çek û cebilxaneyan ji bo Zînê Wertê hatin şandin.

Her wekî di êrîşa li ser Garê yê Sibata vê salê de jî, amûrên sereke bûn.

Raporê da zanîn ku halê hazir hêzên pêşmerge parastina pergala serwer dikin û gendelî û paşguhkirinê jî hiştine artêş li hember gefên cihêreng ên ji Rojhilata Navîn tên, bêtaqet bimîne.

 

Back to top button